Hêzên Wifaq ketin di nav sêyem bajêr de li Rojavayê Lîbya

Hêzên ser bi hikumeta Wîfaq a Lîbya ketin nav bajarê Icêlat, piştî ku herdû bajarên Sirman û Sebrate kontirolkirin.

K24- Hewlêr

Hêzên ser bi hikumeta Wîfaq a Lîbya ketin nav bajarê Icêlat, piştî ku herdû bajarên Sirman û Sebrate kontirolkirin.

Çavakanîyên navxweyî ragehandin, hêzên hêrişber gelek deverên bajar kirine kontrola ji wan jî navenda Bajêrî.

Gotebêjê hêzên Wifaq, Mehemed Qinunû dawî hoşdarî dabû wan bajarên ser bi artêşê  li rojavaya Lîbya, ku her yek ji, Icêlat, Cemîl Ziltin û Wereqdarîn in û daxwaz ji wan kir çekên xwe bihavêjin beranber bi dadgehkirineka dadperewerane.

Evro sipêdeyê hêzên Wifaq karîn kontirola herdû bajarên Sirman û Sebrate bikin û hêzên ser bi artêşa Nîştîmanî bi serkirdayetîya Xelîfe Hefter derxîne.