Tiramp: Opêk dixwaze 20 milyon bermîlên petrolê kêm bike
Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand, welatên Opêk+ (OPEC+) dixwazin rojane 20 milyon bermîlên petrolê ji berhemanîna xwe kêm bikin.
K24- Hewlêr
Donald Tiramp, serokê Emerîka ragehand, welatên Opêk+ (OPEC+) dixwazin rojane 20 milyon bermîlên petrolê ji berhemanîna xwe kêm bikin.
Serokê Emerîka got: Kêmkirina berhemanîna petrolê ne 10 milyon bermîlên rojane ye, lê 20 milyon bermîl in.
Got jî: Heke berhemanîna petrolê rojane 20 Milyon bihêt kêmkirin; em ji karesata Vayrosa Kovîd 19 dê rizgar bibîn û bazarê wizeyê gelek baştir û bihêztir ji caran dê vegere.
Serokê Emerîka supasî ya wan alî û kesan dike ku di evê pêngavê de harîkar bûn, nemaze jî Rûsiya û Siûdîye.
Li gel belavbûna evê nûçeyê jî, behayê petrolê %2 bilind bû.