Ispaniya 523 haletên nû yên mirinê bi Koronayê tomar kir
Li Ispaniya 523 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.
K24- Hewlêr
Li Ispaniya 523 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustî ya Ispaniya belav kir ku, di 24 demjimêrên borî de, 523 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe ji dest dan e û 5 hezar û 092 kesên din jî bi Vayrosê ketin e.
Wezareta tendirustî ya Ispaniya ragihand, bi vê amarê, hejmara kesên bi Vayrosê canê xwe ji dest dan e gihîşte 18 hezar û 579 kesan. Hejmara tûşbûyan jî gihişt 177 hezar û 633 kesan. Herweha 70 hezar û 850 kes jî çareser bûn e. Bi vê yekê, hejmara tûşbûyan li Ewrûpayê 1 milyon kes derbaz kir.