li Ispaniya 551 halet û li Holenda 181 haletên mirinê hatin tomarkirin

Wezareta Tenduristya Ispaniya belav kirîye, ku di 24 demjimêrên bûrî de, 551 kesên din bi Vayrosê Korona canê xwe ji dest dane û pênc 1,183 kesên din bi vayrosê ketne.

K24- Hewlêr

Wezareta Tenduristya Ispaniya belav kirîye, ku di  24 demjimêrên bûrî de, 551 kesên din bi Vayrosê Korona canê xwe ji dest dane û pênc 1,183 kesên din bi vayrosê ketne.

Wezareta Tenduristya Ispaniya ragehand, bi vê amarê, hijmara kesên bi wî vayrosî canê xwe ji dest dane  li welatê wan gehişte 19,130 kesan, û hejmara tûşbûyan gehişte  182,816 kesan. Herweha zêdetir ji 74,000 kes jî hatine çareserkirin .

Herweha li Holenda jî 181 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara giştî ya miryan li wî welatî bûne 4,869 kes.