Li Amerîka haletên mirinê bi sedema Koronayê 30 hezar derbaz kir

Hejmara kesên li Amerîka bi Korona canê xwe jidestdan e, 31 hezar kes derbas kiriye.

K24- Hewlêr

Hejmara kesên li Amerîka bi Korona canê xwe jidestdan e, 31 hezar kes derbas kiriye.

Ajansa Rooyterz belav kiriye, ku hejmara kesên ku li Amerîka bi sedema Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e 31 hezar derbas kiriye. Herwiha hejmara tûşbûyan jî, gihiştiye 635 hezar piştî ku çarşembîyê 30 hezar kes zêdebûn.

Herwiha li Birîtaniya jî 861 kesên din canê xwe jidestdane û hejmara giştî jî gihişti ya miriyan 13,729 kesan.