Hevpeyamanîya Nêvdewletî tekez li ser piştîvanîkirina Îraq û Sûriyê kir
Hevpeyamanîya Nêvdewletî tekez kir li ser pabendbûna xwe bi piştîvanîkirina Îraq û Sûriyê bo rûbirûbûna Daişê.
K24- Hewlêr
Hevpeyamanîya Nêvdewletî tekez kir li ser pabendbûna xwe bi piştîvanîkirina Îraq û Sûriyê bo rûbirûbûna Daişê.
Di ragehandineka Wezareta Derve ya Emerîkayê de hatîye, li civîneka rêveberên giştî di koma biçûkkirî ya Hevpryamanîya Nêvdewletî dijî Daişê de, ku bi rêya Vîdyo Konfiransê hate encamdan, tekez hate kirin li ser piştîvanîkirina Îraq û Sûriyê li rûbirûbûna teroristên Daişê.
Herweha endamên civînê behsa astengên niha yên hewlên berengarbûna Daişê kirine bi sedema Vayrosa Koronayê.