Li Çînê hejmara mirîyan bi sedema Vayrosa Koronayê zêde bûn.

Piştî pêdaçûê bi amarên qurbanîyên Vayrosa Koronayê li Çînê, 1,290 haletên din yên can jidesdanê hatin tomarkirin.

K24- Hewlêr

Piştî pêdaçûê bi amarên qurbanîyên Vayrosa Koronayê li Çînê, 1,290 haletên din yên can jidesdanê hatin tomarkirin.

Komîteya Tenduristîya Nîştîmanî li Çînê aşkera kir, piştî pêdaçûnê bi marên can jidaestdanê bi sedema Vayrosa Koronayê, derket ku 1,290 haletên din yên can jidestdanê hene.

Bi vê yekê jî, hejmara tevaya wan kesên heya niha li Çînê bi sedema Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane gehişye 4,632 kesan.

Hevdem jî, 26 haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê hatin tomarkirin û hejmara tevaya tûşbûyan li wî welatî gehişte 82,367 kesan.