Çîn: Me ti zanyarî ne veşartî ye

Komara Çîn a Millî, bersiva Emerîka û Ewrûpayê da û red kir wan ti zanyarî derbarê Koronayê veşartibin.

K24- Hewlêr

Komara Çîn a Millî, bersiva Emerîka û Ewrûpayê da û red kir wan ti zanyarî derbarê Koronayê veşartibin.

Çaw Lî Ciyan, gotebêjê wezareta derve ya Çînê ragehand, bi ti awayekê me ti zanyarî derbarê Vayrosa Koronayê neveşartîye û ti dapoşîn derbarê Koronayê nîne.

Herweha got, careka dî pêdaçûn bi tevaya tûşbûyan û Wihan re hatîye kirin bo diltenahbûnê ji hûrgelîya amaran û ev jî peyreweka xuaya ye di cîhanê de.

Duhî, Pêncşembîyê, 16/4/2020 Komîte ya Tenduristîya Wihan ragehand, 3,869 kesan li Wihan bi sedema Koronayê canê xwe ji destdane û sedema tomar nekirina pişkek ji hejmara wan mirîyan bi sedema wan şaşîyane ku di raportan de hatine kirin; nekû hewleke bo veşartina hejmara rasteqîne ya haletan.

Evro Heyînyê, Komîteya Tenduristîya Nîştîmanî ya Çînê ragehand, 26 haletên din yên tûşbûnê bi Koronayê hatine tomarkirin, ku bi hevberkirin li gel hejmara roja berê, wê hejmarê kêm kirîye û duhî jî 46 halet hatibûn tomarkirin.

Komîteyê zelal kirîye jî, 15 kes ji tûşbûyên nû, ew kes in ewên ji derveya welat vegryane.

 Heya niha li Çînê 82 hezar û 367 kes tûşî Koronayê bûne.

Emerîka û welatên Ewrûopa derbarê Koronayê, Çînê tawanbar dikin bi veşartina zanyarîyan û pişkek ji wan welatan behsa wê yekê dikin ku divê Çîn berpirsyarîya belavbûna wî derdî bixe di stûyê xwe de û qerebûya welatên zîyan pêketî bike.