Li Sûriyê 5 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 5 kesên din bi vîrusê Koronayê ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê pêketina 5 kesên din bi vîrusê Koronayê ragihand.
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, wê 5 haletên din yên pêketina bi vîrusa Koronayê tomar kirine û bi vê yekê hejmara pêketiyan li welatî gihîştiye 38 kesan, ji wan du kesan canê xwe ji dest dane û 5 kesên din jî baş bûne.
Ev yek di demekê de ye, Rêveberiya Xweser duhî mirina yekem haleta bi vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê ragihandibû.
Sûriyê roja 22 Adara bûrî yekem haleta pêketina bi vîrusa Korona tomar kirin, niha hin rêkarên rêgirtina li belabûna vîrusê li bajaran girtine ber.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan dibêje, hejmara kesên li Sûriyê bi vîrusa Korona ketine ji hejmara tên ragihandin zêdetir e.
S. B