Li Almanya zêdetir ji 137 kesan bi Korona ketine
Li Almanyayê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê gihîşt 137 hezar û 439 û hejmara miriyan jî 4 hezar û 110 kes derbas kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Almanyayê hejmara pêketiyên bi vîrusa Koronayê gihîşt 137 hezar û 439 û hejmara miriyan jî 4 hezar û 110 kes derbas kir.
Enstitûya Robert Koch a Almanyayê ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 3 hezar û 609 kesên din ber vîrusa korona ketine û 242 kesan jî canê xwe jidest dane.
Bi vî awayî jî li Almanyayê heta niha 137 hezar û 439 kes bi vîrusa koronayê ketine û 4 hezar û 110 kesan jî canê xwe jidest dane.
Ev di demekê de ye, li seranserî cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine 2 milyon û 230 hezar derbas kiriye û zêdetir ji 153 hezar kes jî canê xwe jidest dane.
Di vê derbarê de jî, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî (NY) daxwaza damezirandina hevpeymaniyeke navdewletî ji bo pêşxistina vaksînekê li dijî vîrusa Koronayê kir.
S. B