Tiramp: Reftarên destihlata Îranê hatine guhertin
Serokê Emerîka got: Reftarên destihlata Îranê hatine guhertin û di niha de tenê hizra mayîna xwe dikin .
K24- Hewlêr
Serokê Emerîka got: Reftarên destihlata Îranê hatine guhertin û di niha de tenê hizra mayîna xwe dikin.
Donald tramp di kongreyeka rojnamevanî de li Koçka Sipî tekez kir, Îran piştevana sereke ya terorê ye li navçeyê û dema ew bûye serokê Emerîka, li 18 navçeyên cuda yên cîhanê, Îran gef bû li ser berjewendyên Emerîka , lê niha bi sedema siza û dûrpêçan, Îran tenê hizir di mayîna xwe de dike û reftarên xwe guhertîye.
Derbarê amarên Îran û Çînê yên vayrosê Korona, serokê Emerîka got, bawerîya wî bi amarên wan herdû wlatan nayê û got li wan herdû welatan û bi taybetî li Çînê rêjeya mirinê bi Korona gelek ji hejmara ku hatîye belavkirin zêdetire.