Li Ispaniya 410 û li Belcîka 230 kesên din bi Vayrosê Koronayê mirin

Li Ispaniya 410 kesên din bi Vayrosê Koronayê mirin.

K24- Hewlêr

Li Ispaniya 410 kesên din bi Vayrosê Koronayê mirin.

Wezareta tenduristî ya Ispaniya ragehandîye, di  24 demjimêrên burî 410 kesên din bi Koronayê mirine, weha hejmara kesên can ji destdane gehişte 20 hezar û 453 kesan.

 Herweha 4 hezar û 218 kesên din bi Koronayê ketine û hejmara tûşbûyan jî gehîşte 195 hezar û 944 kesan.

Wezareta Tenduristî ya Belcîka jî ragehand, di  24 demjimêrên bûrî de, 230 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û hezar û 313 kes jî tûşbûne.

Bi vê yekê jî, hejmara kesên bi Koronayê canê xwe ji dest dane gehîşte 5 hezar û 683 kesan û hejmara tûşbûyan jî 38 hezar û 400 kes derbaz kir.