Ispanya.. 399 kesên din bi Korona mirin

Li Ispanya 399 kesên din bi Vayrosa Korona mirin.

K24- Hewlêr

Li Ispanya 399  kesên din bi Vayrosa Korona mirin.

Wezareta tendirustî ya Ispanya ragihandiye, di  24 demjimêrên derbasbûyi 399 kesên din bi Korona mirin e. Herweha 4 hezar û 266 kesên din tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê yekê jî, hejmara kesên heya niha li Ispanyayê canê xwe jidest dayî gihişte 20 hezar û 852 kesan, û hejmara tûşbûyan jî, 200 hezar kes derbas kir.

Li Belcîkayê jî, di 24 demjimêrên borî de 168 kesan canê xwe jidest da ye, herweha 1 hezar û 489 kes jî tûşî Vayrosê bûn e.