Almanya û Rûsya û 24 demjimêrên burî ji Koronayê
Li Almanya 110 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
K24- Hewlêr
Li Almanya 110 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Wezareta tendirustî ya Almanya belav kiriye, di 24 demjmêrên borî de, 110 kesên din bi Vayrosa Korona mirin e. Herweha 1 hezar û 775 kes jî, tûşî Vayrosê bûn e.
Bi vê amarê, hejmara kesên ku li Almanya canê xwe jidest dan e, gihişte 4 hezar û 404 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, 146 hezar kes derbas kir.
Wezareta Tendirustî ya Rûsyayê jî ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 44 kesan canê xwe jidest da ye û 4 hezar û 268 kesên din jî, tûşî Vayrosê bûn e. Hejmara giştî ya kesên canê xwe jidest dayî gihişte 405 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, 47 hezar kes derbas kir.