Jeffery: Divê Îran hemû hêz û mîlîşyayên xwe ji Sûriyê vekişîne

Şanderê Amerîka ji bo dosya Sûriyê James Jeffery daxwaz ji Îranê dike, tevahiya hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştre piştevaniya proseya siyasî li wî welatî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanderê Amerîka ji bo dosya Sûriyê James Jeffery daxwaz ji Îranê dike, tevahiya hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û piştre piştevaniya proseya siyasî li wî welatî bike.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê daxuyaniya James Jeffery li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, tê de hat, heger rast e Îran li proseya siyasî ya di çarçova biryara Encûmena Asayia Navdewletî ya hejmara 2245 de bike û dê Îran hêz û mîlîşyayên xwe, Hizbulah û hemû hêzên terorist ji Sûriyê vekişîne.

Herwiha James Jeffery got, divê Îran baweriya xwe bi çareseriya siyasî bîne, ne bi bijardeyên serbazî yên hovane.

Şanderê Amerîka ji bo dosya Sûriyê diyar dike, alîkariya Îranê li Sûriyê tenê tundbûn û tevlîhevkirina rewşê bû. Divê rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê, îradeya gelê Sûriyê qebûl bikin.

Di dawiyê de nivîsandiye, Amerîka ji her welatekî din bêhtir alîkariya mirovî ji gelê Sûriyê re şandiye, ku bêhtir ji 10.6 milyar Dolar alîkarî şandiye Sûriyê û dê berdewam be jî li ser şandina alîkariyên bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê. Lê rêjîma Sûriyê, Rûsya û Îran rêyên alîkariyan asteng dikin û gelê Sûriyê birîçî û bê derman dihêle.

Ev daxuyaniya James Jeffery wek bersivekê ji serdana Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf re hat, ku duhî serdana Şamê kiribû û ragihand, kuştina Qasim Suleymanî ti guhartinê nake helwesta Îranê ji krîza Sûriyê.

 

S. B