Behayê Petrola Birênt dakete jêr 20 dolaran

Behayê beremîleka petrola xam a Birênt, bo kêmtir ji 20 dolaran daket, ev jî, kêmtirîn aste di 18 salên burî de.

K24- Hewlêr

Behayê beremîleka petrola xam a Birênt, bo kêmtir ji 20 dolaran daket, ev jî, kêmtirîn aste di 18 salên burî de.

 Behayê bermîleka petrola xam a Birêntê li bazarên Ewrûpa bo asata 18 dolaran û 10 sentan daket û sedema sereke jî bo daketina behayê petrolê, ewe ku rêjeyeka gelek ketîye di bazar de û xwaztin li ser gelek kêmtire.

Pêşbînîya daketina behayê petrolê bi vî awayî nehatibû kirin. Sedema wê yekê jî bo belavbûn û teşenekirina Vayrosa Koronayê vedigere, ku abûrîya piranîya welatên girhêz herifandîye û hevwelatê naçar bûne di malên xwe de bimînin û neçin derve û bi vê sedemê jî xwaztin li ser petrolê gelek kêm bûye.