WHO: Metirsî heye piraniya xelkê tûşî Korona bibin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyê dide, heger rênimayên xweparastina ji vîrusa Korona sivik bibin, metirsî heye rêjeyeke mezin ji xelkê tûşî wê vîrusê bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hişyariyê dide, heger rênimayên xweparastina ji vîrusa Korona sivik bibin, metirsî heye rêjeyeke mezin ji xelkê tûşî wê vîrusê bibin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê di daxuyaniyekê de encamên nû belav kirin û diyar kir, dibe ku heta niha hejmareke ne gelekî mezin tûşî vîrusa Korona COVID-19 bûne, lê metirsiya wê li ser piraniya xelkê heye, heger rênimayên dûrketina civakê bên sivikirin.

Ji bo xweparastin ji vîrusa Korona û rêgirtin li belavbûna wê, piraniya welatên cîhanê komek ji rêkaran girtine ber û geştên esmanî û bejahî, çûnhatin û derketina welatiyan ji malê û pevguhartinên bazirganî sînordar kirine. 

Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 2.5 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine, hejmara kesên mirine jî 170 hezar derbas kiriye.

 

S. B