Serokê Amerika bala Îranê kişand: Agahdarê xwe bin, dê we tune bikin!

Serokê Amerikayê Donald Trump bi awayek tund bala Îranê kişand û diyarkir: Ger Îran carek din gefê hemberî keştiyên Amerîka pêkbîn e, dê li Îranê bixin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump bi awayek tund bala Îranê kişand û diyarkir: Ger Îran carek din gefê hemberî keştiyên Amerîka pêkbîn e, dê li Îranê bixin.

Serokê Amerikayê Donald Trump liser account a xwe ya Twitterê, bala Îranê bi tundî kişand  û nivîsand: “Min bi zelalî ferman da ye, ger carek din keştiyên şerî yên Îranê gefê hemberî keştiyên Amerika pêkbîn in, yekser bersiva Îranê bidin. Wan tune bikin!”