Li Ispanya 435 kesên din bi Korona mirin
Li Ispanyayê di 24 demjimêrên burî de 435 kesên din bi vayrosê korona mirin.
K24- Hewlêr
Li Ispanyayê di 24 demjimêrên burî de 435 kesên din bi vayrosê korona mirin.
Wezareta tendirustî ya Ispanya ragihandiye, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 435 kesên din bi Korona mirin e. Herweha 4 hezar û 211 kesên din tûşî Vayrosê bûn e.
Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Ispanyayê canê xwe ji dest dan e gihişte 21 hezar û 717. Hejmara tûşbûyan jî gehişte, 208 hezar û 389 kesan. Zêdetir ji 85 hezar tûşbûyan jî, çareserbûn e.
Li Belcîkayê jî, di 24 demjimêrên borî de 266 kesan canê xwe jidest da ye. 933 kes jî tûşî Vayrosê bûn e..