Almanya efser û endamekî rêjîma Sûriyê dide dadgehê
Ji bo cara yekem li Almanya 2 endamên îstixbarata rêjîma Sûriyê yên binpêkirinên mirovî kirine, tên dadgehkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo cara yekem li Almanya 2 endamên îstixbarata rêjîma Sûriyê yên binpêkirinên mirovî kirine, tên dadgehkirin.
Li Almanya îro dadgehkirina 2 endamên rêjîma Sûriyê birêve diçe, yek ji wan Eqîdê di Dezgeha Ewla Dewletê Enwer Rislan e û bi encamdana tawanên li dijî mirovatiyê tê dadgekirin, yê din jî bi navê Eyad Xerîb e.
Serdozgeriya Almanya Enwer Rislan bi kuştina 58 kesan û eşkencedana herî kêm 4 hezar kesî di navbera meha Îlona 2011an û heta meha Nîsana 2012an de tê tometbarkirin.
Eyad Xerîb jî bi beşdarîkirina di tawanên li dijî mirovahiyê, desteserkirin û zîndankirina xwepêşanderan di sala 2011an de tê tometbarkirin.
Ew herdu kes ji 12ê Sibata 2019an ve li Almanyayê desteserkirî ne, ku wek penaber gihîştibûn wî welatî.
Sekreterê Giştî yê Navenda Ewropî ya Yasayên Destûrî û Mafên Mirovan Wolfgang Kaleck diyar dike, Enwer Rislan ne tometbarekî sereke ye û karên rêvebirinê di Dezgeha Ewlekariya Dewleta Sûrî de kar dikir.
Li gor zanyariyan îro li Dadgeha Bilind a Herêmî ya bajarê Koblenz guhdariya şahidekî tê kirin. Tê pêşbînîkirin jî, dadgeha Almanyayê sizaya zîndankirina hetahetayî li wan herduyan bibire.
Li gor şarezayan, girîngiya vê dadgehkirin ji wê yekê, ku cara yekem e endamên rêjîma Sûriyê tên dadgehkirin û dê awayên eşkencedana girtiyan li girtîgehên Sûriyê bê aşkerekirin.
S. B