Li Ispanya 440 kesên din bi Vayrosa Korona mirin

Li Ispanya di 24 demjimêrên burî de, 440 kesên din bi Vayrosa Korona mirin.

K24- Hewlêr

Li Ispanya di 24 demjimêrên burî de, 440 kesên din bi Vayrosa Korona mirin. 

Wezareta Tendirustî ya Ispanyayê ragihand, di  24 demjimêrên derbasbûyî de 440 kesên din bi Korona mirin e. Herweha 4 hezar û 635 kesên din tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Ispanyayê canê xwe jidest dan e gihişte 22 hezar û 157 kesan. Hejmara tûşbûyan jî gihişte, 213 hezar û 24 kesan.

Li Belcîkayê jî, di 24 demjimêrên borî de  226 kesan canê xwe jidest da ye. Herweha 908 kes  jî, tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê yekê, hejmara kesên canê xwe jidest dayî, gihişte 6 hezar û 490 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, 42 hezar kes derbas kiriye.