WHO 35 milyon Dolar ji bo “Korona” ji Idlibê re terxan dike
Ji bo rûbirûbûna metirsiya belavbûna vîrusa Koroma li Idlibê, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) plan dike 35 milyon Dolar wek alîkarî ji wê herêmê re pêşkêş bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo rûbirûbûna metirsiya belavbûna vîrusa Koroma li Idlibê, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) plan dike 35 milyon Dolar wek alîkarî ji wê herêmê re pêşkêş bike.
Rêvebirê Herêmî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Mehmûd Dahêr ragihand, wê rêxistinê bernameyek ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona li bakurê rojavayê amade kiriye û dê tîmek ji 15 kesan serperiştiya wê bernameyê bikin.
Amaje bi wê da, kêmaniya karînên tenduristiyê li wê herêmê heye, ku cihên taybet bi kerentîkirinê nîn in, herwiha kêmbûn di navendên çavdêrîkirin, amûre û pisporan de hene.
Da zanîn jî, li rojavayê bakurê Sûriyê xizmetên tenduristiyê gelekî kêm im û ji her 10 hezar kesî, tenê 8 tîmên tenduristiyê heye, ev rêje jî gelekî kêm e.
Pêştir jî Peyvdarê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê ragihandibû, ewê di demeke nêzîk de li parêzgeha Idlibê ya li derveyî kontrola rêjîma Sûriyê de, dest bi testên taybet ên bi Koronayê bikin.
Li Sûriyê bi giştî heta niha 42 haletên pêketina bi vîrusa Korona hatine tomarkirin, lê Wezîrê Tenduristiyê yê hikûmeta opozîsyonê “Hikûmeta Demkî” Meram El Şêx berî du rojan ragihandibû, ti haletên pêketina bi vîrusa Korona li Idlibê nehatine tomarkirin.
S. B