Rewangeh: Hêzên Tirkî 2 kes li Idlibê kuştin

Hêzên Tirkî 2 welatiyên Sûrî li ser riya M4 li rojhilatê Idlibê kuştin, ji ber ku hewl dabûn rê li ber birêveçûna gereke hevbeş a Rûsî – Tirkî bigirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Tirkî 2 welatiyên Sûrî li ser riya M4 li rojhilatê Idlibê kuştin, ji ber ku hewl dabûn rê li ber birêveçûna gereke hevbeş a Rûsî – Tirkî bigirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirvan  belav kir, ji bo birêvebirina gereke çavdêriya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li ser riya M4 li gundewarê Idlibê, îro Tirkiyê hêzeke mezin li ser riya M4 kom kir û xwast komên axê yên welatiyên Idlibê li ser rê danîbûn rake û xelkê nerazî yên kom bûne belav bike.

Rewangehê diyar kir, lê ew hewla hêzên Tirkiyê rastî nerazîbûna xelkê hat û alozî di navbera hêzên Tirkiyê û xelkê kom bûye de derket. Hêzên Tirkî ji bilî gaza rondikrêj, gule jî bi ser xelkê de berda û di encamê de 2 kes hatin kuştin, lê nayê zanîn ew sivîl in yan çekdar in.

Roja 5ê Adarê Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan li ser agirbesta li Idlibê û avakirina karîdoreke ewle û gerên çavdêriyê yên hevbeş li ser navdewletî M4 rêkeftibûn.

Ji roja 13ê Adarê ve jî, wek nerazîbûn li ser birêveçûna gerên hevbeş ên hêzên Rûsî – Tirkî, hejmarek kes li ser riya navdewletî M4 (di navbera Heleb û Laziqiyê de ye û di başûrê bajarê Idlibê re derbas dibe) kom bûne û kon jî li ser vegirtine. Herwiha hin komên axê jî danîne û dema gera çavdêriyê birêve biçin, agir jî vêdixin.

Roja 15ê Adarê yekem gera çavdêriya ya Rûsî – Tirkî encam dabû, lê ji ber kom bûna xelkê û hejmarek ji grûpên çekdar li ser riya M4ê, gera çavdêriyê bêyî ku bigihe armanca xwe hatibû bidawîkirin.

 

S. B