Li Idlibê hejmarek serbazên Tirkiyê birîndar bûn
Helîkopterên artêşa Tirkiyê, serbazên Tirkiyê yên birîndar ji xalên çavdêriyê yên li başûrê Idlibê veguhastin Tirkiyê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Helîkopterên artêşa Tirkiyê, serbazên Tirkiyê yên birîndar ji xalên çavdêriyê yên li başûrê Idlibê veguhastin Tirkiyê.
Duhî ji bo birêvebirina gereke çavdêriya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li ser riya M4 li gundewarê Idlibê, Tirkiyê hêzeke mezin li ser riya M4 kom kir û xwast komên ji ser rê rake û xelkê nerazî yên kom bûne belav bike.
Piştre jî pevçûn di navbera wan de derketibû û hêzên Tirkiyê 2 kes kuştibûn, herwiha firokeyeke bêfirokvan a Tirkiyê otombîleke Heyat Tehrîr El Şamê bombebaran kiribû û di encamê de 2 çekdar hatibûn kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûbûn.
Piştre jî Heyet Tehrîr El Şam êrîşî ser xala çavdêriyê ya Tirkiyê li navçeya Neyrebê kir û hejmarek serbazên Tirkiyê birîndar bûbûn. Ew birîndar jî bi Helîkopteran bo Tirkiyê hatin guhastin.
Ji roja 13ê Adarê ve jî, wek nerazîbûn li ser birêveçûna gerên hevbeş ên hêzên Rûsî – Tirkî li başûrê Idlibê, hejmarek kes li ser riya navdewletî M4 li başûrê Idlibê kom bûne û kon jî li ser vegirtine û rêgiriyê li gerên Rûsî – Tirkî dikin.
S. B