Li Ispaniya 331 kesên din bi Koronayê mirin

Li Ispaniya 331 kesên din bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Li Ispaniya 331 kesên din bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan.

Wezareta tenduristî ya Ispaniya ragehand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 331 kesên din bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dan. Herweha 1 hezar û 831 kesên din jî tûşbûn e.

Bi vê amarê jî, hejmara kesên heya niha li Ispaniya bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane, gihişte 23 hezar û 521 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, gehişte 209 hezar û 465 kesan.