Piştî aloziyan, Rûsya û Tirkiyê gereke çavdêriyê li Idlibê kir

Piştî alozî û pevçûnên 2 rojan, Hêzên Rûsî û Tirkî îro gereke çavdêriya hevbeş li ser riya navdewletî M4 li başûrê Idlibê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî alozî û pevçûnên 2 rojan, Hêzên Rûsî û Tirkî îro gereke çavdêriya hevbeş li ser riya navdewletî M4 li başûrê Idlibê kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li twittera xwe belav kir, îro Polîsên Serbazî yên Rûsyayê û hêzeke Tirkiyê geleke hevbeş li Idlibê li ser riya M4 birêve birin.

Amaje bi wê jî da, ev gera hevbeş a şeşmîn e ku li Idlibê tê kirin. Hêzên esmanî jî di wê gerê de beşdar bûn.

Ji pêr ve û ji bo birêvebirina gereke çavdêriya ya hevbeş a hêzên Rûsî û Tirkî li Idlibê, Tirkiyê hêzeke mezin li ser riya M4 kom kir û xwast komên axê ji ser rê rake û xelkê ji hatina hêzên Rûsî nerazî ne belav bike.

Lê alozî û pevçûn di navbera xelkê nerazî û grûpa Desteya Tehrîr El Şamê ji aliyekî û hêzên Tirkî ji aliyekî din ve derketin, di encamê de 4 çekdarên Desteya El Şamê hatin kuştin. Herwiha wê grûpên jî êrîşî xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê kiribû û hat ragihandin ku hejmarek ji serbazê Tirkiyê birîndar bûbûn.

 

S. B