Li Îranê 71 kesên din bi Korona mirin
Li Îranê 71 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
K24- Hewlêr
Li Îranê 71 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Peyvdarê Wezareta tendirustî ya Îranê Kyanuş Cîhanpûr ragihand, di 24 demjmêrên borî de, 71 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan e. Herweha 1 ezar û 112 kesên din tûşî Vayrosê bûn e.
Bi vê yekê, hejmara kesên heya niha li Îranê bi Korona canê xwe jidest dan e gihişte 5 hezar û 877 kesan. Hejmara tûşbûyan bi giştî, gihişt 92 hezar û 584 kesan.