Kurdistaniyên ji Ewrûpa hatîne ji ber Koronayê nekaren vegerin
Beşek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, ku berî serhildana Vayrosa Korona ji welatê Almanya bi mebesta seredana xizm û kesên xwe, rû li herêma Kurdistanê kiribûn, niha asê bûn e û nikarin vegerin.
K24- Hewlêr

Ji destpêka Serhildana Vayrosa Koronaya nû Covid 19, û rawestandina geştên asmanî li Herêma Kurdistanê û îraqê, hijmarek penaberên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên xwedan neştecîbûn an jî îqameyên Welatê almaniayê, ku bi seredan hatibûn herêma Kurdistanê, Asêbûne û nikarin vegerin, beşek ji wan penaberên Rojava li ber deriyê qusnilxaneya Almanî li Hewlêrê ji kurdistan24 re behsa pirsgirêk û daxwezên xwe dikin,
penaberên Rojava yên ku ji welatên Ewropayê rû li herêma Kurdistanê kiribûn, bi mebesta seredana xizm û malbatên xwe yên li başûr hatibûn û niha jî rê li pêş vegera wan hatiye girtin û asê bûne.