Li Ispanyayê 325 kesên din bi Koronayê mirin

Li Ispanyayê 325 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.

K24- Hewlêr

Li Ispanyayê 325 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.

Wezareta tendirustî ya Ispanya ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de, 325 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan. Herweha nêzî 2 hezar  kesan jî, tûşî Vayrosê bûn e.

Bi vê amarê, hejmara kesên heya niha li Ispanyayê bi Korona canê xwe jidest dan e, gihişte 24 hezar û 275 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, 32 hezar kes derbas kir. 

Herweha li Holanda 145 kesên din bi Korona jiyana xwe jidest dan e û 386 kesên din jî,   tûş bûn e.