Almanya Hizbulaha Lubnanî xiste lîsteya terorê
Almanya rêxistina Hizbulaha Lubnanî xiste lîsteya terorê û hemû çalakiyên wî jî li ser xaka Almanyayê qedexe kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Almanya rêxistina Hizbulaha Lubnanî xiste lîsteya terorê û hemû çalakiyên wî jî li ser xaka Almanyayê qedexe kirin.
Peyvdarê Wezareta Navxwe yê Almanya di twittekê de ragihand, Wezîrê Navxwe yê Almanya Horst Seehofer hemû çalakiyên rêxistina Hizbulaha Lubnanî ya teroristî li Almanyayê qedexe kir.
Li gor Wezareta Navxwe jî, endamên hêzên ewlehiyê û polîsan jî bi ser cihê wê rêxistinê de girtin û hejmarek ji bergûmanên wê rêxistinê desteser kirin.
Li gor zanyariyên berpirsên Almanyayê, nêzîk 1050 endamên Hizbulah li wî welatî hene.
Parlemana Almanyayê di meha Berçileya bûrî de, pêşniyaza Şêwirmenda Almanyayê Angela Merket a qedexekirina hemû çalakiyên Huzbulah pesend kiribû û sedema wê jî vegerandibû wê yekê, ku çalakiyên teroristî li Sûriyê encam dide.
Ev di demekê de ye, Yekîtiya Ewropa baskê serbazî ya Hizbulaha Lubnanî ya ji aliyê Îranê ve tê piştevanîkirin, xistiye lîsteya terorê, lê ew biryar li ser baskê siyasî yê wê rêxistinê bicih nabe.
S. B