Li Amerîka hejmara mirina bi Korona 60 hezar derbas kir

Amerîka amareke din a bilind a mirina bi vîrusa Koronayê tomar dike û hejmara kesên li wî welatî bi vîrusê canê xwe jidest dane, 60 hezar kes derbas kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka amareke din a bilind a mirina bi vîrusa Koronayê tomar dike û hejmara kesên li wî welatî bi vîrusê canê xwe jidest dane, 60 hezar kes derbas kir.

Zanîngeha Johns Hopkins ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de zêdetir ji 2 hezar û 500 kesî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dane.

Bi vî awayekî hejmara kesên li Amerîka bi Koronayê canê xwe jidest dane gihîşt 60 hezar û 853 kesan. Herwiha hejmara kesên li wî welatî bi vîrusa Korona ketine gihîşt 1 milyon û 5 hezar kesan.

Amerîka ku yekem haleta pêketina bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 di dawiya meha Sibata bûrî de tomar kir, heta niha ji ew welatên herî ziyan ji wê vîrusê dîtiye ye.

Ev yek di demekê de ye, li seranserî cîhanê zêdetir ji 3. 2 milyon kes bi vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ketine, hejmara kesên mirine jî 228 hezar derbas kiriye. Herwiha zêdetir ji 1 milyon kes jî baş bûne.

 

S. B