Îran gefa li Emerîka dike
Sekretêrê Civata Diyarkirina Berjewendîyên Îranê, gefa mûşekbaranê li bingehên serbazîyên Emerîkayê li deverê dike.
K24- Hewlêr
Sekretêrê Civata Diyarkirina Berjewendîyên Îranê, gefa mûşekbaranê li bingehên serbazîyên Emerîkayê li deverê dike.
Muhsin Rezayî, sekretêrê Civata Diyarkirina Berjewendîyên Bala yên Îranê bi kenala Elcezîre re ragehandîye: Gefên Donald Tiramp bo hêirşkirine se belemên Îranê tenê pirupaginde ye.
Rezayî got jî: Heke Emerîka destpêşxerîya şer li dijî Îranê bike, dawî ya şerî ji alîyê Îranê ve dihête dîyarkirin.
Aşkera jî kir, bingehên serbazîyên Emerîkayê di bin kontirola mûşekên Îrane de ne. Heke Emerîka metirsîyê bixe ser berjewendîyên Îranê, bi mûşekan li wan bingehên serbazîyên wan dixîn.