Li Ispanya, Koronayê 268 kes kuştin
Li Ispanya 268 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
K24- Hewlêr
Li Ispanya 268 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan.
Wezareta Tenduristî ya Ispanya ragehand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de , 268 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan. Herwiha 2 hezar û740 kesên din, tûşî Vayrosê bûn.
Bi vê amarê, hejmara kesên heya niha li Ispanyayê bi Korona canê xwe jidest dan e gihişte 24 hezar û 543 kesan. Hejmara tûşbûyan jî, bû 239 hezar 639 kes.