Brîtanya: Rûbirûna Korona li Sûriyê ne pirseke siyasî ye

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand, rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Korona li Sûriyê, pirseke mirovî, ne siyasî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand, rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Korona li Sûriyê, pirseke mirovî, ne siyasî ye.

Nûnerê Brîtanya li Netewên Yekgirtî Jonathan Allen di peyamekê de bo Encûmena Asayişa Navdewletî de ragihand, vîrusa Korona ti sînoran nas nake û ew li ser hemûyan li Sûriyê û li derveyî wê gef e. Rêgirtina li ber belavbûna vîrusa Korona li Sûriyê, pirseke mirovî, ne siyasî ye.

Diyar kir jî: Brîtanya ji bandora xirap a Koronayê li ser Sûriyê nîgeran e, ku îro 43 halelên pêketina bi Korona li wî welatî hene. Ji ber karînên Sûriyê yên kêm di warê encamdana testan de, hejmara rast a pêketiyan nayan zanîn û dibe hejmara ji wê mezintir be.

Herwiha got: Rewşa 6.2 milyon Sûriyên di hundir de koçber bûne gelekî xirap e û herwiha 940  hezar kes jî li rojavayê bakurê Sûriyê di rewşeke gelekî zehmet de dijîn.

Jonathan Allen tekez kir jî, Brîtanya pabend e ku bi rola xwe ji bo rûbirûbûna vîrusa Korona çi li Sûriyê û çi li welatên din ên sîstema wan a tenduristiyê lawaz e rabe.

 

S. B