Rûsya amareke bilind a pêketina bi Koronayê tomar kir
Rûsya amarên herî bilind a pêketina bi vîrusa Korona di 24 demjimêrên bûr de tomar kir, li hemberê jî amarên mirinê kêm hat tomarkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya amarên herî bilind a pêketina bi vîrusa Korona di 24 demjimêrên bûr de tomar kir, li hemberê jî amarên mirinê kêm hat tomarkirin.
Odeya Operasyonên Taybet a Rûbirûbûna Koronayê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de pêketina 9623 kesan bi vîrusa Korona hatin tomarkirin, ku di du rojên bûrî de (7099 û 7933) kes bû.
Diyar kir jî, li ser asta mirina bi wê vîrusê, ku di du rojên bûrî de (101 û 96) kes bûn, lê duhî li Rûsyayê 57 kesan canê xwe jidest dabû.
Bi vî awayî, li Rûsyayê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine gihîşt 123 hezar û 54 kesan, hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîşt 1222 kesan.
Li seranserî amarên pêketin û mirina bi vîrusa Korona COVID-19 bilind dibin, ku heta niha zêdetir ji 3 milyon û 304 hezar kes bi Koronayê ketin û zêdetir ji 239 hezar kesan canê xwe jidest dane. Li hemberê jî zêdetir ji 1 milyon kes baş bûne.
S. B