Amerika: Di yek rojê de 1 811 kes mirin
Hat ragihandin, ku di 24 demjimêrên borî de li Amerikayê 1 811 kesan ji Vayrosa Korona jiyana xwe jidest dan e. Hejmara miriyan gihişt 65 hezar 783 kesan
K24 – Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin, ku di 24 demjimêrên borî de li Amerikayê 1 811 kesan ji Vayrosa Korona jiyana xwe jidest dan e. Hejmara miriyan gihişt 65 hezar 783 kesan.
Amerika di tevayiya cîhanê de, ew welat e, ku herî zêde bandor ji Covid -19 dîtiye û hejmara qurbaniyan her rojê zêdetir dibe.
Ligor malpera “Worldometer” hejmara pêketiyan ji Covid -19 li Amerika gihiştiye 1 milyon 132 hezar 089 kesan, hejmara miriyan jî: 65 hezar 783 kesan.
C.B