Li Mêrdînê brûskê li du birayan da
Li Mêrdînê brûskê li du birayan da, yekî canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Mêrdînê brûskê li du birayan da, yekî canê xwe ji dest da û yê din jî birîndar bû.
Li gundewarê navçeya Masertê ya Mêrdînê, brûskê li nêzîkî du birayên ku şivantî dikirin da.
Li gor agahiyan, di lêdana brûskê de, Remezan Yilmazê 19 salî di cihê bûyerê de canê xwe ji dest da û birayê wî Azadê yê 15 salî jî birîndar bû.
Azad Yilmaz yê birîndar, ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
S. B