1,435 kesên din li Emerîka bi Vayrosa Koronayê mirin

Hezar û 435 kesên din bi Vayrosa Korona li Emerîka canê xwe ji dest dan.

K24- Hewlêr

Hezar û 435 kesên din bi Vayrosa Korona li Emerîka canê xwe ji dest dan.

Zanîngeha Conz Hobkinz ya Emerîka belav kirîye, di 24 demjimêrên bûrî de 1, 435 kesên din bi Vayrosa Koronayê canê xwe ji dest dane û hejmara kesên li Emerîka bi wê Vayrosê canê xwe ji dest dane gehîşte 67,444 kesan.

Herweha heya niha zêdetr milyonek û 160 hezar kes li wî welatî tûşî Koronayê bûne.

Medya Emerîka belav kirîye, hejmarke wîlayetên Emerîka amadekarîyan jibo rakirina qedexe ya hatinûçûnê dikin, ev jî di demekê de ye ku hejamara qurbanîyan zêde bûye.