Rêxistina Mafên Mirov daxwazîyekê ji Tirkiye dike

Rêxistina Human Rights Watch daxwaz ji Tirkiye dike, gorên ku DAIŞê tê de tawanên xwe li Sûriyê veşartin e, ji bo lêkolînan biparêze.

K24- Hewlêr

Rêxistina Human Rights Watch daxwaz ji Tirkiye dike, gorên  ku DAIŞê tê de tawanên xwe li Sûriyê  veşartin e, ji bo lêkolînan biparêze.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovî raporek derbarê Gora Hota ya li bakurê Reqayê  belav kiriye û daxwaz ji Tirkiye û  komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve kiriye, ku gorên bi kom ên DAIŞê, di nav de jî, Gora Hota biparêz in, ku li wan navçeyan, belge li ser tawanên DAIŞê hene.

Daxwaz jî kiriye,  Gora Hota ji mîn an bê paqijkirin, da ku pisporên bizîşkî bikarin derbasî wê gorê bibin û cihê rufatên xelkê destnîşan bikin.

Lêkolera Sûrî di Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovî de Sara Keyalî jî gotiye, ew gor di destê çi alî de be, parastina wê ji berpirsiyariya wan e, û divê belge bêne komkirin, ji bo sizadan a çekdarên DAIŞê û aliyên berpirs.