Yekîtiya Ewropa kampîneka komkirina pereyan bo dîtina vaksînekê dijî Korona radgihîne
Komisyona Yekîtiya Ewropa kampînek ji bo komkirina 7 milyar û 500 milyon Dolar bo dîtina vaksînekê dijî vayrosê Korona radgihîne.
K24- Hewlêr
Komisyona Yekîtiya Ewropa kampînek ji bo komkirina 7 milyar û 500 milyon Dolar bo dîtina vaksînekê dijî vayrosê Korona radgihîne.
Orsola Von Derlayin Seroka Komisyona Yekîtiya Ewropa serperiştiya kampînê dike û di rêya vedyo konferans digel Serokên Welatan axivî.
Biryar e 7 milyar û 500 milyon Dolar ji bo dîtina vaksîn û alîkarîkirina welatan ji bo rûbirûbûna Korona bê kom kirin.
Elmaniya zêdetirî 500 milyon dolar û Îspanya 125 milyon Dolar dane wê kampînê.