Li Amerîka hîn rojane zêdetir ji hezar kesî bi Korona dimirin
Amerîka ji mehekê ve, nizimtirîn amarên mirina bi vîrusa Korona tomar dike, lê dîsa zêdetir ji hezar kesî canê xwe jidest dane.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka ji mehekê ve, nizimtirîn amarên mirina bi vîrusa Korona tomar dike, lê dîsa zêdetir ji hezar kesî canê xwe jidest dane.
Zanîngeha Johns Hopkins amarên taybet bi vîrusa Korona belav kirin û da zanîn, di 24 demjimêrên bûrî de li Amerîka 1 hezar û 15 kesan bi Koronayê canê xwe jidest dane. Ji mehekê ve, ev nizimtirên amara mirina bi Koronayê tê tomarkirin.
Ji destpêka meha Nîsana bûrî ve, li Amerîka rojane zêdetirî hezar kesî bi vîrusa Korona canê xwe jidest dide. Bi vê yekê jî, Amerîka di pileya yekem a mirina bi vê nexweşiyê de tê, ku heta niha zêdetir ji 1.2 milyon kes bi Koronayê ketine û 68 hezar û 689 kesan canê xwe jidest dane.
Pêştir, Serokê Amerîka Amerîka Donald Trump gotibû, tê pêşbînîkirin di navbera 75 ta 100 hezar kes li Amerîka bi Koronayê canê xwe jidest bidin.
Trump got jî: Rawestandina tevgera abûriyê, herî kêm rê li ber mirina 1.5 milyon kes girt.
Lê li gor lêkolîn û şarezayan, belavbûna Korona li Amerîka di Havîna bê de ranaweste û tê pêşbînîkirin, bi mehan Hezîranê re, zêdetir ji 100 hezar kesî li Amerîka bi wê nexweşiyê bimirin.
S. B