14 çekdarên Îranî û Iraqî li Sûriyê hatin kuştin

Di êrîşên firokeyên Îsraîlê li ser binkeyên hêzên Îranî û Iraqî de, 14 çekdarên mîlîşyayan li Sûriyê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşên firokeyên Îsraîlê li ser binkeyên hêzên Îranî û Iraqî de, 14 çekdarên mîlîşyayan li Sûriyê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê binkeyên mîlîşyayên ser bi Îran û Iraqê ve li beyabana Qoriye, Meyadîn û Salihiyê li derdora Dêrazorê bombebaran kirin.

Rewangehê ragihand, di êrîşê de 14 çekdarên Îranî û Iraqî hatin kuştin û bi dehan cedar hatin birîndarkirin. Pêşbîn e hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku birînên gelek kesan giran e.

Da zanîn jî, şeva bûrî firokeyên Îsraîlê binkeyên hêzên Îranê û komgehên çek û cebilxaneyên wan li Kargehên Bervaniyê li başûrê Helebê jî bombebaran kiribin.

Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” a fermî belav kir, sîstema Sûriyê ya berevaniyê rûbirûyî êrîşeke esmanî ya Îsraîlê bû û hejmarek mûşekên wan xistin xwarê.

 

S. B