Designera Kurd li perava Mişextiyê
Nisrîn, bi raman ê bêhempa, xwe nav bazara cilûbergan de teqes kiriye. Vegotina liser çanda Kurdî di warê Fashion de li Elmaniya belav dike
Mahir Hesen
Fashion Design Hunerek e, û beşek ji tevgera mirovî ye. Mirov bi hunerê, hewcedariyên xwe têr dike û ji bo vê yekê, ew di afirîneriya van hewcedariyan de xeyalên kûr û dûr, ciwan û bedew hestên wî ji cîh dilivîn in. Kar bianîn a hest jî, zanîn û jêhatîbûn dive, heya bi rengekî sipbehî bipejirîn e. Fashion Design hunerek tu sînor jê re tun e û ne jî hunerek e demkî an demsalî ye, ku ji tiştê li dora me tê bandor kirin û yan jî wekî encamek ji jiyana me ya çandî û bandorên civakî tê hesibandin. Ev huner, bi nûavbûn tête diyar kirin.
Armanc ev e, ku karsaziyek nû biafire, tê vê wateyê ku pêvajoya Designer xebatek nûjen e, ku bi lê zêdekirin a tiştek nû armancên xwe digire.
Designer, di pêvajoyek plansaziyê de dixebite û bingehiyekê ji bo çareseriya pêdiviyên xelkê peyda bike, çêdike. Bila em zanibin ku Pêvajoya Designer bi çand, adet û kevneşopên civakî re sînordar û girêdayî ye. Herwiha ji gelek hêmanan ve tê bandor kirin , di nav de jî cîh û dem.
Pîşesaziya ( fashion Design) di vê serdemê de pir balkêş e, tevî jêhatîbûn û rêzî di vî warî de pir heye û pisporiyên fashion Design dilnizmiya xwe diyar dikin, dixebitin, ku berhemên xwe tim pêş bixin.
Hemî welatên cîhanê bi fashion re têkîldarin in, dibe ku ji bajar/welatên herî diyar jî, Parîs, London, Milano û New York e, ku van bajar/welatan designerên herî navdar û xwedan markayên navdar yên cîhanê çêkirin e.
Ji nav me Kurdan de jî, Jinek bi navê Nisrîn, ew bi xwe xelka rojavayê welêt e (ji Dêrikê ye ) stêrka wê li ezmana geş û diçirisîne. Bêdewletî û bêwelatî gelek zirar gihandiye Nisrîn, lê ew berdewam bû û hewl dida û bêtir, ku ev yek ji bo pêşxistina fashion ê li nav Kurdan de, çi dema niha û çi di pêşerojê de. Guman tune ye , ku fashion bo Nisrîn, warekî berfireh û berbiçav e, ji lewma li pey serkeftinê digere.
Nisrîn, bi raman ê bêhempa, xwe nav bazara cilûbergan de teqes kiriye. Vegotina liser çanda Kurdî di warê Fashion de li Elmaniya belav dike. Weku Nisrîn dibêje, Fashion ne hesan e, ew pêkanînek pratîkiye, ku liser bingeha zanistî û teoriyên zanistî pêk tê, û dive li gor ramanên civakê afrîner bibe û him jî, bi dem û çax re xwe veguherîne .
Nisrîn Hesen, keça Dêrikê ye, sala 2000 dest bi xwendina Fashion Design li Zanîngeha Amêrikî li Dubaî kir . Bi pêla koçberiyê ya ber bi Ewropa ve, Nisrîn tevî bû weke hemî penabera li aramî digeriye, heya li Elmaniya kerwanê mişxetiya wê rawestiya . Îro li bajarê Bochum dimîne. Nêzîka sê salan e ku li Almanya li karê xwe vegeriya ye. Nisrîn destê alîkariyê ji bo xelkên xwe vegiriye, û di nav refên niştîmanhezan û kurdperweran de tê nasîn. Mînak li ser vê yekê, ku ji bo Koma Narîn caw kirî û dûv re jî dirust kir û dirût, bê ku tu peran ji wan werbigire.
Nisrîn di kurtirin dem de karîbû, xwe di nav civaka Elmanî de bide xuya kirin, ji lewma pêşangehên Elmanî tim vexwendin bo wê rê dikin. Armanca Nisrîn ew e, ku navê kurdan li pêşangehan bilind bike û dixwazê bi germî ji miletê xwe yên li Elmaniya dimîn in, netewa xwe biparêzin û zarokên xwe liser hezkirina zimanê Kurdî kedî bikin .