Wezîr a Rûsî bi Covid -19 ket

Hat ragihandin, ku Wezîrê Çandê ya Rûsyayê Olga Lyubimova bi Vayrosa Korona (Covid -19) ketiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hat ragihandin, ku Wezîrê Çandê ya Rûsyayê Olga Lyubimova bi Vayrosa Korona (Covid -19) ketiye.

Ragihandin ji alî Sekreter a Wezaretê ve hate eşkere kirin.

Ligor daxuyaniya Wezareta Çandê ya Rûsyayê nexweşiya Lyubimova ne gelek giran e, jiber vê yekê li male tê sarêj kirin.

Berî niha jî, Serokwezîrê Rûsya Mihail Misustin, Wezîrê Avadanê Vladimir Yakuşev û cîgirê wî Dmitriy Volkov ş çendîn Parlementerên Duma bi Covid -19 ketibûn.

 

 

 

C.B