Neteweyên Yekgirtî 133 barhilgir ji alîkariyên mirovî derbaqzî rojavayê Sûriyê kir

Neteweyên Yekgirtî 133 barhilgir ji alîkariyên mirovî bi rêya Tirkiyê derbasî bakurê rojavayê Sûriyê kirin.

K24- Hewlêr

Neteweyên Yekgirtî 133 barhilgir ji alîkariyên mirovî bi rêya Tirkiyê derbasî bakurê rojavayê Sûriyê kirin.

Peyvdarê Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî Stefan Dujarîk ragihand, tenê di Nîsan a borî de wan zêdetir  ji 1 hezar û 365 barhilgir bi rêya Tirkiyê derbasî navçeyên di destê dijbereya Sûriyê de kirin e, ku ji keresteyên xwarinê û tendirustiyê pêk dihatin.

Got jî, ji destpêka meha Gulanê jî heta niha 133 barhilgir derbasî wan navçeyan kirin e. Eşkere jî kir, ku tevî hebûna rêkeftina agirbestê li bakurê rojavayê Sûriyê, lê liser rewşa zêdetir ji 4 milyon welatiyên Sûrî, li wî beşê Sûriyê dudil in.