Emrîka.. Zêdetir ji 2,400 kesên din bi Koronayê mirin
Zêdetir ji du hezar û çar sed kesên din li Emrîkayê bi Vayrosê Koronayê mirin.
K24- Hewlêr
Zêdetir ji du hezar û çar sed kesên din li Emrîkayê bi Vayrosê Koronayê mirin.
Zanîngeha Coniz Hobkinz ya Emrîkî belavkirîye, di 24 demjimêrên bûrî de, zêdetir ji du hzar û çar sed kesên din li Emrîkayê bi Vayrosa Koronayê mirin û heijmara giştî ya mirîyan li wî wlatî gehite 76 hzar û 928 kesan.
Hevdem zêdetir ji yek milyon û 292 hzar kes jî li Emrîkayê tûşî wî vayrosî bûne.
Li ser asta cîhanê jî hijmara tûşbûyên Vayrosa Koronayê ji çar milyon kesan nêzîk dibe, û zêdetir ji du sed û heftê hzar kesan jî mirine.