Neteweyên Yekbûyî: Alîyên şerker li Sûriyê rewşa Koronayê jibo êrîşkirinê bo ser sivîlan bikartînin

Neteweyên Yekbûyî radgihîne alîyên şerker li Sûriyê rewşa belavbûna Koronayê jibo êrîşkirinê bo ser sivîlan bikartînin.

K24- Hewlêr

Neteweyên Yekbûyî radgihîne  alîyên şerker li Sûriyê rewşa belavbûna Koronayê jibo êrîşkirinê bo ser sivîlan bikartînin.

Komisyera Neteweyên Yekbûyî jibo Mafên Mirov, Mîşal Başlye di daxuyanîyekê de raghandîye, alîyên şerker li Sûriyê di nav de rêxistna Dai'şê rewşa belavbûna Vayrosa Koronayê li cîhanê bi delîve dîtne jibo êrîşkirine ser svîlan.

Gotîye jî, di demekê de ku cîhan giringîyê dide rûbrûbûna Kovîd-19 alîyên şerker dest bi rêxistina xwe û  pêkanîna êrîşan bo ser sivîlan dikin. Başlye ew yek bi bombeyeke demkî  ku nabe were piştguhistin bi nav kir.

Di vê dema dawî de tevgera rêsixtna Dai'şê ya êrîşkirinê li bîyabana Himsê û derdora Dêrezorê zêde bibû û hejmareka êrîşan li d jî rijîma Sûriyê  û Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) pêkanîbûn.