Amerîka binkeyek serbazî li Dêrazorê ava dike

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, Hêzên Amerîka li Sûriyê dest bi avakirina binkeyek serbazî li devera elCezrat a rojavayê Dêrazorê kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka binkeyek serbazî li gundewarên Dêrazorê ava dike.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, Hêzên Amerîka li Sûriyê dest bi avakirina binkeyek serbazî li devera elCezrat a rojavayê Dêrazorê kiriye, piştî ku gelek alavên serbazî bi çend karwanan, di çend rojên borî de şandiye wê deverê.

Rewangehê diyar jî kir, Hêzên Amerîka ji bilî avakirina wê binkeya serbazî, dest bi berferehkirina binkeya xwe ya li Kêlgeha Ûmer a petrolê li rojhilatê Dêrazorê jî kiriye.

 

 

 

C.B