Hejmara kesên bi Korona ketine 4 milyon derbas kir

Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku zêdetir 180 welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir 4 milyon kes bi wê vîrusê ketine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Vîrusa Koronaya Nû COVID-19 ku zêdetir 180 welatên cîhanê belav bûye, li seranserî cîhanê zêdetir 4 milyon kes bi wê vîrusê ketine.

Li gor amarên hatine tomarkirin, heta niha li seranserî cîhanê zêdetir ji 4 milyon û 152 hezar kes bi vîrusa Korona ketine û zêdetir ji 276 hezar kesî jî pê canê xwe jidest dane. Herwiha nêzîkî 1. 4 milyon kes jî baş bûne.

Heta niha zêdetirîn qurbaniyên koronayê li Amerîkayê hatine tomarkirin. Li gor dawîn amaran. Li gor rêzbendiya welatên heta niha zêdetirîn pêketî hene, wiha ye:

  1. Amerîka:1,322, 163
  2. Ispaniya: 260,117
  3. Îtaliya: 217,185
  4. Brîtanya: 211,364
  5. Rûsya: 187,869 hezar

 

Rêzbendiya welatan ji aliyê mirina bi vîrusa Koronayê, heya niha  bi vî awayî ye:

  1. Amerîka: 63,019
  2. Birîtaniya: 31,241
  3. Îtaliya: 29.,079
  4. Ispaniya: 26,070
  5. Fransa: 24, 895

 

Vîrusa Korona yekem car li bajarê Wuhan a Çînê derketibû û Çîn jêdera wê vîrusê bû, lê niha Amerîka û Ewropa bûne navenda wê vîrusê û bi hejmarên mezin kes bi wê vîrusê dikevin û canê xwe jidest didin.

 

S. B