268 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê hatin kuştin

Hejmareke din ji çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, di şer û pevçûnên Lîbyayê de hatin kuştin.

K24 – Nvaenda Nûçeyan

Hejmareke din ji çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ser bi artêşa Tirkiyê ve, di şer û pevçûnên Lîbyayê de hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, 7 termên çekdarên opozîsyona Sûrî ku li Lîbyayê hatine kuştin gihîştin gundewarê bakurê Heleb yê ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin.

Diyar kir jî, bi vî awayî heta niha 268 çekdarên opozîsyona Sûriyê li Lîbyayê hatin kuştin, ku ji grûpên Lîwaya Muhtesim, Firqeya Sultan Murad, Lîwaya Siqor El Şemal, El Hemzat û Silêman Şah in.

Li gor zanyariyên Rewangehê, çekdarên Sûrî li bereyên başûrê Trablusê, firokxaneya Tirablusê, li Misrate û hin navçeyên hatin kuştin.

Lîbya bi awayekî kirdarî ji aliyê du hikûmetan vê tê birêvebirin. Her çend Netewên Yekgirtî Hikumeta Faîz Serac nas dike jî, parlamena Lîbyayê li Binxazî di bin kontrola Xelîfe Hefter de ye. 

Tirkiyê bi armanca piştevanîkirina li hikûmeta Serac, hejmarek ji serbazên Tirkiyê û nêzîkî 8 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê şandine Lîbyayê.

 

S. B